Tevî ku nebîna ye pirtûkek nivîsand

Tevî ku nebîna ye jî ev yek li pêş xewna wî ya nivîsandina pirtûkekê li ser bikaranîna komputerê bi zimanê kurdî nebû asteng û bi hêvî ye ku aliyên têkildar pirtûkê çap bikin.

Tevî ku nebîna ye pirtûkek nivîsand
24 hezîran, 2023   04:16
KOBANÊ

Heyder Mehmûd ji Kobanê ye û di salên 1990′î de malabata wî bar kiriye Şamê. 4 ferdên malbata wî ji biçûkaniyê ve nebîna ne, Heyder jî di 18 saliya xwe de şiyana xwe ya dîtinê ji dest daye.

Ruxmî astengiyên li pêşberî wî, Heyder gihaşt armanca xwe û bû lêkolîner.

Ji biçûkaniya ve, wî hêvî dikir pirtûkekê li ser komputerê bi zimanê kurdî binivîse. Lê rewş ne guncaw bû û nivîsandina bi kurdî sûcek bû û rejîma Basê ew ceza dikir.

LI BENDÊ YE KU PIRTÛKA WÎ WERE ÇAPKIRIN

Lê Şoreşa Rojava ji Heyder Mehmûd re derfeteke dîrokî bû û dest bi fêrbûna zimanê kurdî kir. Dema di dawiya 2012′an de ji Şamê vegeriya Kobanê, dest bi nivîsandina pirtûka xwe kir. Piştî kedên dirêj pirtûk amade bû û pêşkêşî saziyên çandê kir, lê hîna tu bersiv wernegirtine.

Heta pirtûka xwe çêkir gelek êş kişandin. Ruxmî ku şiyana xwe ya dîtinê ji dest da jî, bedbîn nebû û birayê xwe yê biçûk Yezen fêrî bikaranîna komputerê kir da ku li şûna wî binivîse. Îro 27 salî ye û tenê ji sedî 5 roniya çavên wî maye.

Piştî kedeke mezin û xebata di saziyên Rêveberiya Xweser a Kobanê de; Komeleya Tîrêj a Astengdaran, Peymangeha Viyan Amara a Derçûna Dewreyên Perwerdeyê ji mamosteyên zimanê kurdî re û niha jî di saziya olî de, Heyder Mehmûd pirtûka xwe ya ji nêzî 140 rûpelî nivîsand û veguherand pirtûkeke bideng da ku kesên nebîna jî jê sûdewar bibin.

‘EZ MATMAYÎ MAM KU KOMPUTER BI KURDÎ NAYÊ FÊRKIRIN’

Heyder Mehmûd li ser mijarê wiha got: "Ji 11 saliyê ve ez fêrî bingehên komputerê dibûm, dema ez vegerîm Kobanê. Ez matmayî mam ku çawa bingehên komputerê li dibistan û peymangehên me bi zimanê erebî tên fêrkirin. Min hewl da xewna xwe pêk bînin û min ked zêde kir. Lê qederê her tim diêşandim, min hêdî hêdî roniya çavê xwe winda kir. Heta ku ew bandorê li karê min neke, min birayê xwe yê biçûk fêrî bikaranîna komputerê û nivîsandinê kir. Ew mîna çavên min bû."

Heyder Mehmûd wiha dawî li gotina xwe anî: "Dibe ku hêvî û xewna min ji hinên din re hêsan be, lê dema pirtûka min derbasî waneyên perwerdeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe, wê demê dê hemû girîngiya wê bizanin, bi taybet girîngiya zimanê kurdî."

(fr)

ANHA