​​​​​​​Saziya herî xirab a hikumeta Şamê: Artêş

Hikumeta Şamê mîna dewleta Tirk a dagirker çanda dizî, talanî û çetetiyê di nava leşkerên xwe de belav dike.

​​​​​​​Saziya herî xirab a hikumeta Şamê: Artêş
24 hezîran, 2023   02:23
HELEB - XEYS ŞEMSEDÎN

Leşkerên hikumeta Şamê yên li benda kontrolê ya nêzî Şûştingeha Cezîrê ya derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo derbasbûna her erebeyekê bertîlan ji xwediyên wan distînin.

/kr/uploads/files/2023/06/23/183015_1.webp

Di dîmenê ku me kişandiye de, leşkerên hikumeta Şamê miqdareke pere wekî bertîl ji xwediyê erebeyekê distîne û dixe bêrîka xwe.

Li gorî rapora sala 2022'yan Rêxistina Zelaliya Navneteweyî (Transparency International) ya ku li 180 welatên cîhanê bûyerên destpakî û gendeliyê dişopîne, di lîsteya gendeliyê de Sûriyeyê di rêza beriya dawî de ye.

Di demekê de ku tu hêz û bandoriya artêşa hikumeta Şamê li ser erdê nemaye, lê wekî saziya herî gendel a hikumeta Şamê tê dîtin ku herêmê bi qawetê kontrol dike û kiryarên xirab li dijî welatiyan pêk tîne.

Çawa dewleta Tirk a dagirker çanda çetetiyê di nava sûriyeyiyên ku xwe avêtine hembêza wê de belav dike, hikumeta Şamê jî çanda dizî û talankirin û revandinê di nava leşkerên xwe de jî belav dike.

Hin kesên ku bi zorê li gel hikumeta Şamê leşkeriya neçarî dikin diyar kir ku ew di nava 2 vebijêrkan de ne; yan dê ji nêza bimirin an jî dê kiryarên xirab wekî dizî û talankirina mal û milkên welatiyan bikin.

LI HEMBER DAYÎNA FÎDYEYAN KIRYARÊN REVANDINÊ

Li gelek herêmên Sûriyeyê kiryarên revandinê hene ku ji aliyê komên girêdayî hikumeta Şamê ve têne kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên bi ser hikumeta Şamê ve ji bo fîdiyê bistînin welatiyan direvînin, hin 5 hezar heta 10 hezar dolar wekî fidiyê ji malbatên wan distînin.

Senaryoyên herî dawî jî, revandina jinên bi navên Betûl Mihemed Ednan Dahos û Betûl Mihemed Yehya Kemorcî bûn. Her du jin ji Helebê ne lê li Humsê hatin revandin. Tê texmînkirin ku komên girêdayî Firqeya 4′an û çekdarên Dîfa El Wetenî yên hikumeta Şamê her du jin xapandin ku dê bi wan re alîkar bin û wan bigihînin Lubnanê, lê wan ew revandin.

SIVÎL BÛ, WAN EW KIR LEŞKER

Ciwanê ku navê Husam El Ehmed li xwe kiriye, bi darê zorê li gel hikumeta Şamê leşkertiyê dike,  diyar kir ku di sala 2020'an de ew li gel malbata xwe li taxa Eşerefiyê ya Helebê dijiya, lê hikumeta Şamê bi darê zorê wî sewqî leşkertiya neçarî kir.

Husam El Ehmed 6 mehên pêşîn ên leşkertiya xwe ya li kampên perwerdeyê wekî dojehê wesif kir û diyar kir ku efserên hikumetê derbe li serî wî da.

El Ehmed destnîşan kir ku piştî perwerdeya li kampan qedand, sewqî eniya Seraqib a germ hat kirin ku li wir şerekî giran di navbera hikumeta Şamê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de rû dide.

Husam El Ehmed anî ziman ku malbata wî xizan e nikare pere bide da ku wî leşkertiyê xilas bike an jî wî veguhezîne noqteyeke din ku xeterî lê kêm be.

Efserên hikumeta Şamê ji bo ku destûra çûna malê bide leşkeran bertîlan ku mehane dighêje 2 mîlyon lîreyên Sûriyeyê ji wan destînin.

EFSERÊN HIKUMETA ŞAMÊ MEHANE 5 DOLARAN DISTÎNIN

El Ehmed destnîşan kir ku ew rojane 2 kartol û hêkekê ji bo taştê, firavîn û şîvê distînin û mûçeyê wan ê mehane 45 hezar lîreyên Sûriyeyî an ku 5 dolar e.

El Ehmed diyar kir ku ew naxwaze tu kes were talankirin û şantajkirin.

El Ehmed der barê kirina derbara jiyana xwe de diyar kir ku noqteya wan dûr qadên sivîlan û rêyên sereke ye ku mirov bikare ji erebeyên barhilgir bacan bistîne û got, ji ber vê yekê ew xaniyên derdora noqteya xwe vedikin û kablên kehrebeyê û hesinan didizin.

BETARIYÊN TORÊN PEYWENDIYÊ JÎ DIZÎN

El Ehmed wiha domand: "Hin efseran betariyên birca şîrketa peywendiyê ya Syriatel a hevjîna Beşar Esed, Esma Esed dizîn û firotin, nîvê nirxê wê dan efseran."

Li gorî El Ehmed, piştî 10 rojan ji wê bûyerê şandeya şîrketê betariyên nû yên bircê danîn, lê piştî 3 rojan leşkeran careke din betarî dizîn û di encamê de efser 26 rojan bê peywendî man.

El Ehmed anî ziman ku piştre şandeyê şîrketê careke din betariyên nû danîn û li dora bircê mayîn bi cih kirin da ku betarî neyên dizîn.

Husam El Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Efserekî careke din çû diziya betariyan, lê mayînek bi wî ve teqiya û jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê dî kes nêzîkî bircê nebûye. Efserê ku jiyana xwe ji dest daye wekî şehîdê şerê li hember Cebhet El Nusra hat ragihandin."

(fr/mh)

ANHA