​​​​​​​Rojnameyên erebî: Êrişa Qirdahayê pêşketineke balkêş a piştî Astanayê ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa êrişa li dijî bajarê Qirdaha yê li gundewarên Lazîqiyê, rewşa Yemen û Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Êrişa Qirdahayê pêşketineke balkêş a piştî Astanayê ye
24 hezîran, 2023   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de bi sernavê “Li dijî cihê jidayikbûna Esed (Qirdaha) êrişa balafira bêmirov a biçek” nûçeyek belav kir. Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya hikumeta Şamê ya der barê êrişa li Qirdahayê de û gotibû: “Rêxistinên terorîst ên li gundewarên bakurê Lazîqiyê bi keşfeke biçek êrişî bajarê Qirdahayê kir. Di encamê de welatiyek hat kuştin, welatiyek jî birîndar bû.”

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku êrişên bi keşfên biçek rêbazeke nû ye di şerê li bakurê rojavayê Sûriyeyê de. Her wiha hat destnîşankirin ku êriş çend roj piştî civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Sûriyeyê, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Astanayê pêk hatiye.

‘ŞERTÊ HÛSIYAN JI BO SIÛDIYÊ’

Rojnameya El Ereb jî bi sernavê “Hûsî şertê bidawîkirina piştgiriya desthilata rewa danî pêşiya Erebistana Siûdî” nûçeyek der barê rewşa Yemenê de weşand. Rojnameyê di nûçeyê de cih da pêşdîtinên şîrovekaran û hat diyarkirin ku dibe ku koma Hûsiyan li Teezê operasyoneke leşkerî pêk bîne. Rojnameyê her wiha cih da şert û bangewaziya Hûsiyan ji bo Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê ku piştgiriyê bi temamî ji ser desthilata Yemenê ya di qada navneteweyî de rewa tê dîtin, qut bike.

‘HEWLDANÊN BIDAWÎKIRINA ALOZIYA LUBNANÊ’

Der barê rewşa Lubnanê de jî, rojnameya El Itîhad a Îmaratê bi sernavê “Hewldanên dîplomatîk ên zêde ji bo bidawîkirina aloziya Lubnanê” nûçeyek belav kir. Di nûçeya rojnameyê de cih da hevdîtina nûnerê Fransayê li Lubnanê Jean-Yves Le Drian bi balyozên Erebistana Siûdiyê, Misir, Qeter, Amerîka û Fransayê re ku dewletên têkildarî aloziya Lubnanê ne. Li gorî çavkaniyan, hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de li ser lezdayîna hilbijartina serokkomar hatiye lihevkirin, ji bo ku dest bi reformê bike.

(c)