Festîvala Aştiyê ya Zarokan bi dawî bû

Li Tebqayê 4'emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokan dawî bû.

Festîvala Aştiyê ya Zarokan bi dawî bû
23 hezîran, 2023   18:03
TEBQA

4'emîn Festîvala Aştiyê ya Zorokan ku bi dirûşma "Kenê me li me vegerînin" ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve hatiye birêxistinkirin, di roja xwe ya 4'emîn de bi dawî bû.

Festîval di roja xwe ya dawîn de li mezreya Sefsafê ya Tebqayê hat lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, rêveberiya jinan, saziyên ciwanan û bi sedan zarok û şêniyên navçeya Ciriniyê amade bûn.

/ar/uploads/files/2023/06/23/174436_akhttam-mhrjan-alslam-alraba-lltfwlh-fy-mzrah-alsfsaf-28229.webp

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir Inad bixêrhatina beşdaran kir û wan vexwend deqeyeke rêzgirtin.

Piştre Koma Firat a stranan a ji Tebqayê, Koma Elwan a girêdayî Navenda Perwerdeyê ya Tebqayê û Koma Efrîn a Stranan daketin ser dike û stran gotin. Koma Xisin jî şanoyek pêşkêş kir.

Di dawiyê de Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê spasname da komên beşdar û Komîteya Perwerdeyê ya bajarokê Sefsaf û Meclisa Sivîl.

Festîvala Aştiyê ya Zorak di nava 4 rojan li deverên cuda yên Tebqayê hunerên zarokan nîşan dan.

(bb)

ANHA