Şehîdên Komkujiya Helincê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn

Şêniyên Kobanê bi meşekê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin û heyfê ji xayînan hilînin.

Şehîdên Komkujiya Helincê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Helincê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Helincê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Helincê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Helincê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn
23 hezîran, 2023   20:00

Dewleta Tirk a dagirker di 23′yê Hezîrana 2020′an de li gundê Helincê yê Kobanê maleke ku 3 jinên şoreşger lê bûn, bombebaran kir. Di encamê bombebaranê de xwediya malê ya welatparêz Emîne Weysî, jinên pêşeng ên Şoreşa Rojava endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl şehîd bûn.

Bi boneya salvegera şehadeta her sê jinên têkoşer, bi sedan şêniyên Kobanê daketin qadan.

Meş ji pêşiya Stasyona Helincê ber bi mala şehîd Emîne Weysî cihê ku komkujiyê lê hatibû kirin ve dest pê kir.

Li ber malê deqeyeke rêz hat girtin û endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî.

Macîde Hesûn diyar kir ku komkujiya Helincê ya yekemîn li Kobanê bû ku bi balafirên dewleta Tirk têne kirin û got, dewleta Tirk bi komkujiyên wiha dixwaze vê nameyê bide; yên ku li hemberî siyasetên wê yên mêtingeriyê rabin, wê bibin armanca wê.

Macîde Hesûn bi domdarî got: "Hayê me ji planên dewleta Tirk a dagirker heye. Em jê re dibêjin, êrişên te hêz û israra me zêdetir dike. Pêkhateyên herêmê bi saya projeya demokratîk dijîn. Ev proje ji hemû aloziyan re çareserî ye. Di dawiyê de em bi ser bikevin."

Macîde Hesûn, di serî de jin bang li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan xurt bikin.

Xweşika şehîd Zehra Berkel, Dilê Berkel jî soza şopandina xeta şehîdan da û bang li şêniyan kir ku ji bo keşifkirina xayîn û sixûran bibin hevkar.

Piştre girse, derbasî cihê komkujiyê bûû mûm pêxistin.

Çalakî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA