​​​​​​​Rêxistina Efûyê ji bo 7 girtiyên ji Rojhilat bang kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo 7 Kurdên bi hinceta beşdarbûna serhildan 'Jin, Jiyan, Azadî' cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, banga lezgîn kir.

​​​​​​​Rêxistina Efûyê ji bo 7 girtiyên ji Rojhilat bang kir
24 hezîran, 2023   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ji bo 7 Kurdên ji aliyê dewleta Îranê ve bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin, banga lezgîn kir. Rêxistinê dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de hate gotin: “Muhammed Boroganî û Mahand Sadrat Madanî li eyaleta Elburzê ne; Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşîmî û Seîd Yakubî li eyaleta Îsfahanê; Mucahidî (Ebbas) Kurkur li eyaleta Huzîstan; Îbrahîm Naruî, Mensûr Dahmarde, Kambiz Harût, Şûayîb Mîr Belûçzehî Rîgî, Mensûr Hût û Nîzamuldîn Hût li eyaleta Sîstan û Belûçistanê; Manuşehr Mehman Navaz, Muhammed Gobadlu, Said Şirazi, Ebulfazl Mehri Huseyin Hacilû û Muhsin Rezazade Garagolu li eyaleta Tehranê hatin darizandin. Herî kêm heft kes, li gel ku bi qestî sûcê kuştinê nekirine jî, bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.”