ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 24-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 24-6-2023
23 hezîran, 2023   23:00

- Jinên ji Kobanê sersariya rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî ya têkildarî binpêkirina mafên mirovan ji hêla dewleta Tirk ve rexne kir û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hêza têkoşîna gel ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê got, divê her koçberek ji bo rizgarkirina Efrîn ji dagirkirina xwe berpirsyar bibîne û li hemberî dagirkeran û polîtîkayên wan berxwedanê geş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ku nebîna ye jî ev yek li pêş xewna wî ya nivîsandina pirtûkekê li ser bikaranîna komputerê bi zimanê kurdî nebû asteng û bi hêvî ye ku aliyên têkildar pirtûkê çap bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Karkerên paqijiyê û aliyên têkildarî diyar kir parastina paqijiyê giştî berpirsiya hemiyan e û tevkariya di navbera welatiyan û xebatkarên paqijiyê de jî rêya avakirina jîngeheke tendurist û paqij e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê mîna dewleta Tirk a dagirker çanda dizî, talanî û çetetiyê di nava leşkerên xwe de belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Çilaxa ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixin. Meş ji qada Şehîd Mahsûm destpê dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dikin. Meş ji pêşiya Navenda Trafîkê dest pê dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-MSD û Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî civînekê li navenda MSD'ê yay a li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Birakê jî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek tê lidarxistin. Meş ji çerxerêya Firne ya başûrê navçeyê dest pê dike . seaet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Kongra Star a navçeya Şedadê bi boneya salvegera 27'an a şehadeta Zîlan, semînerekê li hola navenda meclisa navçeyê organize dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li dar dixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA