PJAK'ê banga diyalogê li her du partiyên Rojhilat kir

PJAK’ê têkildarî nakokiyên di navbera pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşger de daxuyanî da û got: "Divê alî bi mantiqa diyalog û lihevkirinê hewl bidin ku bi berpirsyartî û bêhnfirehiyê pirsgirêkan çareser bikin. Pêwîstiyek a şoreşê ye ku xwe ji kiryarên ku dilê dijminê gelê Kurd xweş dike dûr bixin."

PJAK'ê banga diyalogê li her du partiyên Rojhilat kir
23 hezîran, 2023   13:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di 22’ê Hezîranê de navbera pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistanê û Îranê de ku li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ne pevçûn derket û encamê de 2 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Li ser vê yekê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyekê parve kir û li gel nîşandana xemgîniya xwe li ser buyerê, ragihand ku ji bo navbeynkariya bi boneya bi rêya guftûgoyê çareserkirina nakokiyan û avakirina aramî û dostaniya navbera refên pêşmergeyên Komele de, amade ne.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

 “Di 22’ê Hezîrana 2023’yan de di navbera pêşmergeyên Komele de pevçûn derketin û 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan. Ev yek cihê xemgîniyê ye.

Di qonaxa hestiyar a niha ya Rojhilatê Kurdistanê de û her wiha di rewşek wiha de ku dijminên gelê Kurd li beşên cuda yên Kurdistanê ji bo komplo û êrişan li derfetekê digerin, her nakokiyek leşkerî ya di navbera hêzên pêşmergeyên Komele de wê ziyanê bigihîne gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd. Ya ku bûyî sedema nokiyên navbera pêşmergeyan de, bê guman bi tundûtijiyê çareser nabe û divê alî bi mantiqa diyalog û lihevkirinê hewl bidin ku bi berpirsyartî û bêhnfirehiyê pirsgirêkan çareser bikin. Pêwîstiyek a şoreşê ye ku xwe ji kiryarên ku dilê dijminê gelê Kurd xweş dike dûr bixin.

Li ser vê yekê wek Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) xemgîniya xwe ji ber pevçûnên çekdarî yên ku di encamê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dayîn, nîşan didin û banga guftûgo, lihevkirin û tedbîran li aliyan dikin. Bûyereke wiha xemgîn û nexwestî ne layiqê gelê Kurd e ku zarokên xwe ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê pêşkêşî şoreşê kirine. Her wiha ev yek dibe sedema şadbûna rejîma Îranê û ji bo êriş û planên dijmin ên li ser gelê me derfet ava bibe.

Ji bo vê yekê PJAK ji bo navbeynkariya bi boneya bi rêya guftûgoyê çareserkirina nakokiyan û avakirina aramî û dostaniya navbera refên pêşmergeyên Komele de, amade ye.