Li dijî Laziqiyê êriş

Bajarê Qirdaha yê gundewarê Laziqiyê bi du moşekan hat bombebarankirin, di encamê de welatiyek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Li dijî Laziqiyê êriş
23 hezîran, 2023   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku balafirên keşfê du bombe avêtin bajarê Qirdaha yê gundewarê bakurê Laziqiyê û di encamê bombebaranê de welatiyek hat kuştin û yek din jî bi sivikî birîndar bû. Her wiha got: "Êrişî ji aliyê rêxistinên terorîst ve hatiye kirin."

Heman ajansê li ser zimanê çavkaniyekî ewlehiyê jî got: "Bombeyek li nava zeviyê çandiniyê yê nêzî navenda tenduristiyê ya Qirdahiyê ket, di encamê de endazyar Mihemed Hanî Sultane yê 25 sal şehîd bû, welatiyekî din sivikî birîndar bû. Ji ber bombebaranê  ziyanên madî bi avahiyekî bû."

Ev êrişa yekemîn e ku li bajarê Qirdahiyê tê kirin. Êriş piştî bombebarana li ser bajarê Selheb ê gundewarê rojava yê Hemayê hat kirin ku di encamê de jinek û 2 zarok hatin qetilkirin û jinek û mêrek jî birîndar bûn.

(bb)