​​​​​​​Başûrê Sûdanê sînorê xwe yê bi ser Sûdanê ve girt

Başûrê Sûdanê ji ber metirsiya şer derbasî Cobayê bibe, sînorê xwe yê bi ser Sûdanê ve girt.

​​​​​​​Başûrê Sûdanê sînorê xwe yê bi ser Sûdanê ve girt
23 hezîran, 2023   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Başûrê Sûdanê biryar da ku ji ber ewlehiyê sînorê xwe yê bi ser Sûdanê ve bigire.

Piştî civîna awarte ya serokê Başûrê Sûdanê Salva Kiir Mayardit a bi fermandarên artêş û ewlehiyê re û rewşên li Xertûmê nîqaş kirin, ev biryar hate dayîn.

Çavkaniyan da zanîn ku ji bilî tevgera çûn û hatina penaberan sînor hate girtin û li ser paşxaneya ewlehiyê ku şerê li Xertûmê derbasî Cobayê nebe, ev biryar hate dayîn.

(fr)