Di encama noqbûna 3 keştiyan de 3 penaber xeniqîn

3 keştiyên ku penaber tê de bûn, dema ji Tunisê diçûn Ewropayê, noqî avê bûn. 3 penaberan jiyana xwe ji dest da û 12 penaber jî winda ne.

Di encama noqbûna 3 keştiyan de 3 penaber xeniqîn
23 hezîran, 2023   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rayedarê ji Tunisê Fevzî El Mesmûdî ji çapemeniya herêmî re axivî û diyar kir di 48 saetên dawîn de 3 keştiyên penaberan noqî avê bûne.

Mesmûdî diyar kir ku di van keştiyan de 152 kes hatine rizgarkirin, 2 jê pitik 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 12 kes jî winda ne.

Di meha Nîsanê de jî ji ber ku keştî noqî avê bûbûn bi giştî 210 penaberan jiyana xwe ji dest dabû.