Serweta Mistefa Kazimî hate desteserkirin

Dadgeriya Iraqê biryara desteserkirina hemû serweta serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî da.

Serweta Mistefa Kazimî hate desteserkirin
23 hezîran, 2023   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava kabîneya Mistefa Kazimî de gelek dosyayên gendeliyê derketin ku dosyeya jê re digotin ‘diziya sedsalê’ hebû.

Medyaya Iraqê ragihand ku dadgeriyê biryara desteserkirina hemû pere, mal û milkên Mistefa Kazimî daye. Her wiha hate diyarkirin ku ev yek jî ji ber gendeliya ku wî di dema desthilata xwe de kiriye.

Li gor biryara dadgehê, piştî çavdêrîkirina serweta Kazimî ku di demeke kin de gelek zêde bûye, biryar hatiye dayîn ku hemû pere û milk û projeyên li ser navê Kazimî werin desteserkirin.

Hat ezanîn ku lêkolîna dadgeriyê berdewam e, lê heta niha tu biryara girtin û qedexeya derketina derveyî welat ji bo Kazimî nehatiye dayîn.