`Divê em piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku çarenûs û dijminê me yek e`

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Ehmed Îbrahîm de, beşdaran teqezî bi girîngiya xwedîderketina kurdistiyan li hêzên leşkerî li hember dijminan bi taybet dewleta Tirk a dagirker kir.

`Divê em piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku çarenûs û dijminê me yek e`
`Divê em piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku çarenûs û dijminê me yek e`
`Divê em piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku çarenûs û dijminê me yek e`
`Divê em piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku çarenûs û dijminê me yek e`
`Divê em piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku çarenûs û dijminê me yek e`
`Divê em piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku çarenûs û dijminê me yek e`
`Divê em piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku çarenûs û dijminê me yek e`
22 hezîran, 2023   14:16
 KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, partî, nûnerên saziyên civaka sivîl tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Ehmed Îbrahîm bûn ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di 27`ê Gulana 2022`yan de şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê konê sersaxiyê li pêşiya mala malbata şehîd a li gundê Metîna yê başûrê Kobanê veda.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên ŞEhîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Şert û mercên heyî yên ku em tê re derbas dibin, li me ferz dike ku em di awayekî eşkere li ser fedakariyên li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk û projeyên wê yên dagirkeriyê rawestin.”

Eyşe wiha domand: “bi taybet yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çiyayên Kurdistanê li hember siyaseta qirkirinê tê dikoşin.”

Li gorî Eyşe Efendî, gelê herêmê û Kurdistanê divê li hember êrişan bibe yek û hevgirtî be û berxwedanê bike esas.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce behsa dîroka komkujiyan û komployên li dijî gelê Kurd hatine kirin û lihevkirinên li dijî wî hatine plankirin û got: “Dijminên me fikirîn ku çawa me tune bikin. Bi berjewendiya xwe fikirîn. JI bo wê erdnîgariya Kurdistanê ji xwe re kirin helal. Di nava xwe de parçe kirin beyî ku daxwazên vî gelî bindest di ber çavan re derbas bikin.”

Di dawiyê de Xoce bng li gelê herêmê kir ku piştgiriyê bidin şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji ber ku çarenûs û dijmin yek e.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA