Banga Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Piştgiriya Rojava bikin

Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê têkildarî qetilkirina Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma daxuyaniyek da û diyar kir “Em gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê û yê li dîasporayê vedixwînin ku li dijî êrişan piştgiriya Rojava bikin.”

Banga Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Piştgiriya Rojava bikin
22 hezîran, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê ya Bakurê Kurdistanê têkildarî qetilkirina hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantonê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tuma daxuyaniyeke nivîskî da û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin.

Daxuyanî wiha ye:

"Li Rojavayê Kurdistanê, di encama êrişa li wesayîtek li ser rêya Tirbespiye-Qamişloyê de hevseroka Kantona Qamişloyê Birêz Yusra Derwêş û cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantonê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tuma hatin qetil kirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Serê malbata wan û gelê me sax be. Rehma Xwedê li wan be.

Tirkiye ev demeke dirêj e, ji bo dagirkeriyeke nû ya li ser herêmên Kurdan yên li Sûriyê hewl dide. Piştî ku hêzên herêmî û yên navneteweyî bo vê êrişê destûr nedan, bi êrişkariyeke ku her diçe zêdetir dibe, bi balafirên bêmirov ên biçek sûîqastan pek tîne û bi aşkerayî li van kiryaran xwedî derdikeve. Lê êrişa vê carê nagirin ser xwe. Ji ber ku kesên jiyana xwe ji dest dan rêveberên sivîl in.

Tam roja ku li Astanayê ya paytexta Kazaxistanê civîna bîstemîn ya bi armanca ‘normalîzebûnê’ pêk dihat ku Rûsya, Tirkiye, Îran û hikûmeta Sûriyê tê de beşdar bûn ev êriş pêk hat. Ev jî diyar dike ku armanca Tirkiyê li Sûriyê û Rojava ne çareserî û normalîzebûn e. Ji serî ve tenê tişta ku Tirkiye wekî ‘çareserî’ fêhm dike ew e ku pêşî dawiyê li Rojavaya Xweser û paşê jî li rêveberiya Herêma Kurdistanê bîne. Êrişên pêk hatî bi aşkereyî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Tundî û zordarî ev sed sal e hate ceribandin lê çareserî pêk ne anî. Her wiha rêyên heyî jî girtin. Banga me li hikûmetê ew e ku destkeftiyên Kurdan yên li hundir û li derve û li perçeyên din yên Kurdistanê nas bikin û bi gelê Kurd re li hev werin. Ev lihevhatin, qasî ji bo berjewandiya gelê me, ewqasî jî ji bo berjewendiya gelên Tirkiyeyê ne. Heke ev hezar sal in em birayên hev bin wekî pêwistiya vê biratiyê, destkeftiyên birayên xwe nas bikin û li hundir rê li ber çareseriyeke demokratîk û aştiyane vekin.

Em bag li NY û YE’yê jî dikin, li hember êrişên Tirkiyê yên ku norm û hiqûqa navneteweyî nas nakin helwestê nîşan bidin. Em gelê xwe yê li her çar perçeyê Kurdistanê û yê li diasporayê, vedixwînin ku li dijî êrişan piştgiriya Rojava bikin. Roj roja yekitiya neteweyî û pêkve tevgerînê ye.

Her wiha em êrişa nijadperest ku îro li Trabzonê li hember karkerên kurd pêk hatî bi tundî şermezar dikin. Em ji heft birîndarên ku rewşa du ji wan giran e şîfayê dixwazin. Em balê dikşînin ser wê yekê ku ev êriş encama propagandaya dijberiya Kurdan ya nijadperest e ku di hilbijartinan de asta wê pir hatibû bilindkirin.''