Li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Silêmaniyê taziye hat danîn

Nûnerên partî û rêxistinên Başûr serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kir û ji ber şehîdbûna Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma sersaxî xwest.

Li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Silêmaniyê taziye hat danîn
22 hezîran, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo şehîd Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, sersaxî tê qebûlkirin.

Saet di 10:00 de li nûnertiyê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û PYD’ê sersaxî hate qebûlkirin.

Nûnerên partî û rêxistinên Başûr ên wekî Tevgera Azadî, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr, Rêxistinên Rojhilat ên jinan, Zehmetkêşan, Bereya Piştevaniya Rojava, Partiya Pêşver û a Demokratîk a Kurd a Sûriye û kesayetên naskirî weke Mihemed Emîn Pêncewînî, Rojnamevan û Nivîskar Letîf Fatîh Ferc û gelek kesên din serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û sersaxî xwest.

Sersaxî heta saet 16:00’an dê dewam bike.