Şehîd Zîlan li Hesekê hat bibîranîn

Kongra Star, di salvegera 27`emîn a şehadeta wê de şehîd Zîlan (Zeyneb Kınacı) bi bîr anî û diyar kir ku çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan rê azadiyê li pêşiya tevahî jinan vekir.

Şehîd Zîlan li Hesekê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Hesekê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Hesekê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Hesekê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Hesekê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Hesekê hat bibîranîn
22 hezîran, 2023   10:40
 HESEKÊ

Kongra Star li bajarê Hesekê bi merasîmekê şehîd Zîlan (Zeyneb Kınacı) ku sala 1996`an li Dêrsima Bakurê Kurdistanê çalakî fedaî pêk anîbû, bi bîr anî.

Merasîma bibîranînê li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran hat lidarxistin û bi dehan endamên Kongra Star û saziyên sivîl ên li bajêr tevlê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Kongra Star Helebce Ebdo behsa çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan a li dijî artêşa Tirk a dagirker kir û diyar kir ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe di dîroka têkoşînê ya gelê Kurd de bû çavkaniya azadî, lehengî û fedayetiyê.

Helebce anî ziman ku çalakiya şehîd Zîlan ji bo tevahî jinên azadîxwaz bû nimûne. Helebce soza şopandina rêya şehîd Zîlan heta bidestxistina azadiya tevahî jinan da.

Piştî axaftinê, endama Rêveberiya Kongra Star Medya El Elî nameya ku şehîd Zîlan beriya şehadeta xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsiye, xwend.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Zîlan hat temaşekirin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(c)

ANHA