Welatî: Êriş nikarin me ji têkoşîn û projeya me ya demokratîk dûr bixin

Şêniyên kantona Qamişlo li hember girankirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew êriş nikarin wan ji têkoşînê û parastina projeya demokratîk dûr bixin û gotin: "Em dê li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin.”

Welatî: Êriş nikarin me ji têkoşîn û projeya me ya demokratîk dûr bixin
21 hezîran, 2023   01:49
QAMIŞLO

Şêniyên kantona Qamişlo destnîşan kir ku rêya yekane ya parastina destkeftiyên şoreşê ji siyasetên qirkirinê bilindkirina asta têkoşînê ye.

TIL HEMÎS

Welatiyê bi navê Emaş El Ebdullah ê ji navçeya Til Hemîsê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Zêdekirina êrişan piştî hilbijartinên Tirkiyeyê berdewamiya planên dagirkeriyê yên li dijî herêmên me ye."

El Ebdullah bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker xwedî li erkên xwe derkevin.

El Ebdullah wiha domand: "Armanc ji civînên wek Astana, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Civînên wiha rewşa Sûriyeyê naguhere, ji ber ku nûnera îradeya me Rêveberiya Xweser beşdar nabe."

DÊRIK

Welatiya bi navê Bêrîvan Hisên a ji Dêrikê got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rûniştandina projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan dixebitin, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike.”

Bêrîvan bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li gelên bindest kir ku dakevin qadan û ji bo parastina projeya demokratîk asta têkoşîna xwe bilind bikin.

TIL BIRAK

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weid Elêwî destnîşan kir ku serkeftinên bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê hatine bidestxistin li xweşiya dewleta Tirk a dagirker neçûn, ji ber wê jî wê êrişên xwe zêde kirin.

Weid destnîşan kir ku ew dê ji bo têkbirina êrişan li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bimînin.

Her wiha, rêvebera Meclisa navçeyê Leyla El Zixîn piştrast kir ku êrişên li dijî herêmê îsrara wan a pêkanîna armancên xwe xurttir dike û got: "Parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka hemiyan e, êdî dora me ye ku em bi rêya bilindkirina asta têkoşînê xak û gelê xwe biparêzin."

ÇILAXA

Welatiya bi navê Nicûde Faris jî destnîşan kir ku siyasetên têkbirina projeya demokratîk a herêmê bi rêya civînan û êrişên balafirên bêmirov didomin.

Nicûde piştrast kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî hevkariyeke bi dewleta Tirk a dagirker re û ji bo têkbirina îradeya pêkhateyan e û got: "Divê em xwe li hember parastina destkeftiyên şoreşa xwe berpirs bibînin."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên têkbirina îradeya pêkhateyên wê û hewldanên pêkanîna projeyên dagirkeriyê, didomin.

)mh/şx(

ANHA