'Em li hember êrişan tedbîrên xwe xurt bikin'

Welatiyên ji Qamişloyê bertek nîşanî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker da û diyar kir ku ew ê li hember êrişan tedbîrên xweparastinê xurt bikin.

'Em li hember êrişan tedbîrên xwe xurt bikin'
21 hezîran, 2023   06:01
QAMIŞLO

Duh (20`ê Hezîranê) balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li nêzî gundê Til Şeîr ê li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo seyareyeke Meclis

Kantona Qamişlo hedef girt. Di êrişê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê seyareyê Firat Tûma şehîd bûn. Her wiha hevserokê kantonê Gabî Şemûn birîndar bû.

Welatiyên ji bajarê Qamişlo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Bedriya Hiso: “Dewleta Tirk bela xwe ji me venake, bi hemû cureyan êrişî me dike. Kolan, mal û milkê welatiyan û syareyan bomebaran û topbaran dike. Em ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker tedbîran bigirin û xwe biparêze.”

Elend Berekat: “Dewleta Tirk a dagirker rojane bi rêbazên cuda hewl dide doza gelê Kurd ji holê rake. Ji bo ku gel doza xwe ji bîr bike, wan bê av dihêle, dorpêç dike, çeteyên xwe li dijî wan bi kar tîne û welatiyan hedef digire. Li aliyê din jî tecrîda li dijî Rêber Abullah Ocalan girantir dike. Êriş di çarçoveya hewldanên qirkirinê de pêk tên. Lê em gelekî xwedî îrade ne û tu carî îradeya me nayê têkbirin.”

Helîma Hacî: “Em hêzên ku piştgiriyê didin êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Rêxistinên mafên mirovan û hêzên ku aştîxwaziyê îdia dikin, tu helwestê nîşan nadin. Divê gel li hemberî êrişên dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bide.”

(sb,he/c)

ANHA