Siyaseta tirkkirinê didome: Ji ber ku hînî tirkî bûne xelat dan zarokan

Dewleta Tirk a dagirker ku ji 2019`an de kantona Girê Spî dagir kiriye, siyaseta tirkkirinê didomîne. Herî dawî hin zarokên ku baş fêrî zimanê tirkî kirine, xelat kirin.

Siyaseta tirkkirinê didome: Ji ber ku hînî tirkî bûne xelat dan zarokan
19 hezîran, 2023   10:04
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî materyalên xwe li dibistanan dide xwendin.

Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh 30 zarokên ku baş fêrî zimanê tirkî hatine kirin, xelat kirine.

Dewleta Tirk ji dema ku kantona Girê Spî (Cotmeha 2019) dagir kiriye, li herêmê bi rêya vekirina peymangehên perwerdeya zimanê tirkî siyaseta tirkkirinê dimeşîne. Ji bo ku mamoste bikarin li wan peymangehan perwerdeyê bidin, şert e ku bikevin dewreyên perwerdeyê.

Dewleta dagirker sala borî jî gotina sirûda nîştimanî ya Tirkiyeyê li dibistanan ferz kiribû, her wiha wêneyên Mustefa Kemal Ataturk (damezirînerê Komara Tirkiyeyê) li dibistanan daliqandibûn.

Li herêmên Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê û Efrînê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jî heman siyaset bi awayekî sîstematîk tê meşandin û zimanê tirkî li dibistana tê ferzkirin.

(c)