Cenazeyê jinekê hat dîtin

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê cenazeyê jinekê hat dîtin.

Cenazeyê jinekê hat dîtin
19 hezîran, 2023   10:18
 QAMIŞLO

Vê sibehê li gundê Dêro Kevn ê navçeya Çilaxa cenazeyê jinekê li mala wê hate dîtin. Hate zanîn u jin hatiye kuştin.

Piştî ku gundiyan li ser bûyerê agahîdarî dan, Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî yê girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê.

Eşkere bû ku jina hatiye kuştin, bi kêran li zikê wê dane û li ser rûyê wê şopên lêdanê xuya hene.

Li gorî agahiyên xelkê gund dane, jina kuştî bi navê Etiye Hisên Hisên e (55) û 4 kurên wê li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, hevjînê wê jî dema ku cenaze hatiye dîtin li derveyî malê bûye.

Cenaze rakirin nexweşxaneya li navçeyê da ku otopsî jê re were kirin.

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî jî dest bi lêpirsînkirina bûyerê kir.

(c)