Têkiliyên dîplomatîk ên Qeter û Îmraratê ji nû ve dest pê dikin

Hate ragihandin têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Qeter û Îmaratê de ji nû ve dest pê kirin.

Têkiliyên dîplomatîk ên Qeter û Îmraratê ji nû ve dest pê dikin
19 hezîran, 2023   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Îmarat û Qeterê bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar dane ku têkêliyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve dest pê bikin.

Têkiliyên her du aliyan ji dema aloziya kendavê ya sala 2017'an ve qut bibûn ku bi peymana Ula di Çileya 2021'an bi dawî bû.

Li gorî daxuyaniya hevbeş  ku Ajansa Nûçeyan a Îmaratê (WAM) weşandiye, nûnertiyên dîplomatîk ên her du welatan wê ji îro (Duşemê) ve dest pê bikin.

Ji ber desteka Qeterê bi terorîstan re, Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misirê ji sala 2017'an ve têkiliyên xwe pê re qutkiribûn.

(bb)