Welatiyan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxandin

Welatiyên herêmê û rûspiyên eşîran biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxand û got ku ev biryar di dema guncaw de hat dayîn.

Welatiyan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxandin
Welatiyan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxandin
Welatiyan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxandin
Welatiyan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxandin
Welatiyan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxandin
Welatiyan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxandin
Welatiyan biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê erênî nirxandin
19 hezîran, 2023   06:20
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê vê Hezîranê de ragihand ku ew ê DAIŞ'iyên biyanî yên di girîgehên li herêmê de bi rengekî adilane û li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên têkildarî terorê darizîne û edaletê ji bo qurbaniyên sûcên wan pêk bîne.

Welatiya bi navê Wedha El Ehmed a ji navçeya Holê diyar kir ku hebûna çeteyên DAIŞ'ê xetereyeke mezin li ser tevahî gelan e û gefê li ewlehî û istiqrara herêmê dixwe. Her wiha anî ziman ku hebûna çeteyên DAIŞ'ê li herêmê tevgera şaneyên wê zêdetir dike.

Wedha El Ehmed got: "Rojane em belavokên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser dîwaran dibînin ku gefa têkbirina ewlehiya herêmê û pêkanîna sûcan li dijî pêkhateyan dixwin."

Welatiyê bi navê Besam Mihemed destnîşan kir ku xetereya çeteyên DAIŞ'ê ne li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê ye, di heman demê de xetereyê li ser tevahî cîhanê çêdike û got, çeteyên DAIŞ'ê ku rasterast desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, gelek sûc li dijî niştecihên herêmê kirin.

Têkildarî rewşa ewlehiyê ya li kampa Holê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên xwedî îdeolojiya tundra lê dimînin, rêveberiya kampê Cîhan Henan diyar kir ku piştî Pêngava Ewlehî û Mirovahiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandinbû, rewşa ewlehiyê ya li kampê heta astekê baş e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25'ê Tebaxa 2022'yan qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin. Pêngav di 17'ê Îlona heman salê de bi dawî bû. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di encama pêngavê de 226 çete hatin, her wiha 25 xendeq û tunel hatin dîtin û miqdareke çekên pêşketî hatin desteserkirin.

Di 12 mehên dawîn de 12 sûcên qetilkirinê li kampa Holê rû dan ku ji aliyê malbatên çeteyên DAIŞ'ê dihatin kirin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Kampa Holê, li kampê 49 hezar û 820 kes dijîn, di nav de 24 hezar û 846 kes penaberên Iraqê ne, 7 hezar û 823 ji welatên biyanî ne, 17 hezar û 451 koçberên Sûriyeyê ne, 15 hezar û 129 jin û 33 hezar zarokên çeteyên DAIŞ'ê ne.

Li gorî daneyên QSD'ê, di girîgehên QSD û Yekîneyên Antîterorê de 19 hezar çeteyên DAIŞ'ê hene.

Rêveberiya Xweser di gelek boneyan de bang li hikumetên dewletan kiribû ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de vegerînin an jî dadgehek navneteweyî ji bo darizandina wan ava bikin, lê ev bang bê bersiv tê hiştin.

Serokê Desteya Rûspiyan a Kantona Hesekê Ekrem Mehşûş piştgirî da biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ'ê û got: "Ev biryar di demeke guncaw de hat dayîn, nemaze ku Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletan kiribû ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigirin."

Mehşûş anî ziman ku di dadgeha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dê qanûnên navneteweyî yên têkildarî terorê di ber çavan re were girtin û edalet ji bo malbatên şehîdan pêk were.

Ekrem Mehşûş diyar kir ku piştî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ'ê êriş dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê zêdetir bûne. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê kir ku di darizandina çeteyên DAIŞ'ê de destekê bidin QSD û êşîrên herêmê.

(bb)

ANHA