Li Şamê der barê rola jinan di civakê de paneleke diyalogê li dar ket
Kongra Star a Şamê paneleke diyalogê der barê jinan û Rêber Abdullah Ocalan de li dar xist. Di panelê de jin û kesayetên ji pêkhateyên Kurd û Ereb beşdar bûn.
![Li Şamê der barê rola jinan di civakê de paneleke diyalogê li dar ket](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202306/163413_153702_000000000.jpeg)
Di panelê de gelek nêrîn hatin nîqaşkirin, wek çima Rêber Abdullah Ocalan girîngî da rola jinan, hişmendiya baviksalariyê ya ku desthilat di civaka me de heta roja îro afirandiye û kapîtalîzmê, her wiha rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de û hêza ku wan ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan girtiye.
Beşdaran girîngiya panelên wiha ji bo pêşxistina asta jinan û birêxistinkirina wan anî ziman da ku rola xwe di civakê de bilîzin û xwe li gor dirûşma Rêber Abdullah Ocalan "Jin, Jiyan, Azadî" rizgar bikin.
Beşdaran teqezî bi girîngiya azadkirina jinan ji bo azadkirina civakan kir.
(mh/şx)
ANHA