Şehîd Ferhad Dêrik li Reqayê hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîd Ferhad Dêrik li goristana şehîdan a gundê Hikumiye bi bîr anî.

Şehîd Ferhad Dêrik li Reqayê hate bibîranîn
17 hezîran, 2023   19:35
REQA

Endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîd Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de bi bîr anî ku di 17`ê Hezîrana 2022`yan de şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El Ebid axivî û got: “Şehîdên me ji bo me canê xwe feda kirin. Gotin li ber şehîdan kêm dimînin. Em nikarin êşa dayîka şehîd biwesfînin. Îro em şehîd Ferhad Dêrik bi bîr tînin ku roleke mezin di pêkanîna projeya neteweya demokratîk de lîst.”

/ar/uploads/files/2023/06/17/190158_mjls-awael-shhdaa-alrqh-ystthkr-alshhyd-frhad-dyrk-28429-copy.webp

El Ebid soza şopandina rêya şehîd Ferhad Dêrik da ku bingehên hezkirinê, azadiyê, biratiyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de danî.

Di dawiyê de El Ebid got kesek nikare vîna gelê herêmê ya xurt bişikîne ji ber ku ew amade ye di oxira azadiya xwe û jiyana bi rûmet de, fedakariyan bike.

Dûre endamên saziyên Rêveberiya Xweser û beşdaran, mûm li gorên şehîdên goristana şehîdan a gundê Hikumiye pêxist.

(şx)

ANHA