Cenazeyên 2 şehîdên êrişa Tirbespiyê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Çil Axa cenazeyên şehîd Zozan Omer û Mihemed Gabar ên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, oxir kirin.

Cenazeyên 2 şehîdên êrişa Tirbespiyê hatin oxirkirin
Cenazeyên 2 şehîdên êrişa Tirbespiyê hatin oxirkirin
Cenazeyên 2 şehîdên êrişa Tirbespiyê hatin oxirkirin
Cenazeyên 2 şehîdên êrişa Tirbespiyê hatin oxirkirin
Cenazeyên 2 şehîdên êrişa Tirbespiyê hatin oxirkirin
17 hezîran, 2023   19:30
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên her sê navçeyan li goristana Şehîd Xebat Dêrik kom bûn ji bo ku cenazeyên şehîdan; Zozan Omer û Mihemed Gabar oxir bikin ku di 14`ê Hezîranê de di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de erebeyekê li gundê Şorik ê rojhilatê Qamişlo şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Hecî Elî axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Elî got: “Şehadet ji bo me pîroz e. Em soz didin ku her tim şopdarên rêya şehîdan bin. Em bang li tevahî aliyan dikin ku li hember planên dewleta Tirk bibin yek.”

Elî di dawiyê de got: “Hebûna we li vir, îsbat dike hûn çiqas bi fedakariyên şehîdan û axa welêt ve girêdayî ne.”

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif axivî û got: “Hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve, tenê ji bo yek armancî ye; têkbirina vîna gelê me ye. Lê em dibêjin dê bi hêztir bin û dê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”

Dûre wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA