​​​​​​​Şehîd Ferhat Şiblî li cihê lê şehîd bûye hate biranîn

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhat Şiblî di salvegera şehadeta xwe de li cihê lê şehîd bûye hate bîranîn. Di merasîma bîranînê de gul li ser cihê lê şehîd bûye hatin danîn. Beşdarên bîranînê li dijî dagirkerên Kurdistanê banga yekitiyê li gelê Kurd kirin.

​​​​​​​Şehîd Ferhat Şiblî li cihê lê şehîd bûye hate biranîn
17 hezîran, 2023   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzîk gundê Berlût yê devera navçeya Kelarê ya ser bi Îdareya Germiyanê ku Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî lê şehîd bûyî bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên Tevgera Azadî, welatparêzan hate bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre, Nûnera Rêveberiya Xweser ya Herêma Kurdistanê Evîn Siwêd di merasîmê de axivî. Siwêd diyar kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li cîhanê ji bo tevayî azadîxwazan bû çîroskek ya hêviyê û wiha got; “Gelek kesayetên kû bi giyan, jiyan, raman û ruhê xwe ber bi serkeftinê ve diçûn, yek ji wan jî Şehîd Ferhat Şiblî (Ferhat Dêrik) bû.

Evîn Siwêd wiha axivî; “Êrişên dewleta Tirk ya dagirker, roj bi roj li ser gelê Kurd zêde dibin, asta faşîzmê bilindtir dibe. Her Kurdekê azadîxwaz di hedefa dagirkeran de ye. Ji bo wê jî li ser hemû kes, partiyên siyasî erk û berpirsyariye ku li dijî van êrişên dagirkeriyê rawestin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Herêm Mehmûd di merasîma bîranînê de wiha got; “Ev êrişên terorî ne êrişên asayî ne, ev êrişane li dijî serwerî, çand, exlaq, ol û civakê ye. Bîranîna van şehîdane liv ê derê bê ciyewazî, encamê wê ye ku em dest ji xebatan bernedîn û bedela wê çi dibe bila bibe heta azadiya gelê Kurd divê em bêyî sekinin, têbikoşîn.”

Di merasîmê de, peyama Hizba Komînîsta Kurdistanê û Komîteya Azadiya Rêber Ocalan hatin xwendin û hate gotin ku divê gelê Kurd û aliyên azadîxwaz her tiştî daynin aliyekê, ji bo bidestxistina azadiya gelê Kurd û Kurdistanê yekîtî û yekrêziya xwe pêk bînin.

Di dawiya merasîmê de taca gulan ya rêz û wefayê ji aliyê Tevgea Azadî û Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li ser cihê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî lê şehîd bûyî hatin danîn û mûm hatin pêxistin.

Roja 17’yê Hezîrana 2022’yan, balafira biçek û bê mirov (SÎHA) ya dewleta Tirk ya dagirker, li gundê Berlût yê devera navçeya Kelarê, wesayîta ku Ferhat Şiblî têde bû bombebaran kir. Di encama êrişê de Ferhat Şiblî bi sê hevrêyên xwe re tevlî karwanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn.