Komîteya Jineolojiyê ya Ciwanan li ser xweparastinê 2 semîner li dar xist

Komîteya Jineolojiyê ya Ciwanan di çarçoveya kampanya “Jin, jiyan, azadî serbixe azadî de” bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên û balê bikişîne ser girîngiya xweparastinê, 2 semîner li çapxaneyên Simav û Herdem ên Qamişlo li dar xist.

Komîteya Jineolojiyê ya Ciwanan li ser xweparastinê 2 semîner li dar xist
17 hezîran, 2023   19:30
QAMIŞLO

 Dewleta Tirk a dagirker di van dema dawî de êrişên xwe yên hovane yên li dijî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û di encamê de gelek kes şehîd bûn û birîndar bûn.

Jinên ciwan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî sûcên dagirkeran didin û xwe li dijî van êrişan bi rêxistin dikin.

Ji ber vê Komîteya Jineolojiyê Ciwanan di çarçoveya kampanya "Jin, jiyan azadî serbixe azadî" de îro li 2 çapxaneyên semîner li dar xist.

Semînera yekem saet 13:00`an li çapxaneya “Simav” a bajarê Qamislo hat lidarxistin. Semînera duyemîn saet 15:00`an li çapxaneya “Herdem” hat dayîn.

Di destpêka her du semîneran de, sinevizyonek li ser mijara xweparastinê hat pêşandan. Her du semîner ji aliyê endama Komîteya Jineolojiyê Leyla Osman ve hatin birêvebirin.

Her wiha di semîneran de, mijara pêwîstiya xweparastinê hate nîqaşkirin; çima pêwîst em xwe biparêzen û ji derve li hêviya alîkariyê nemînin, çawa jinên ciwan di dema şer de ji bo şoreşa rojava dikare cih bigire hat nîqaşkirin.

(şx)