`Roj bi roj, ji cîhanê re diyar dibe ku gelê Kurd berxwedêr e û koletiyê qebûl nake`

Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê tev li merasîma oxirkirina cenazeyên şervanên HRE`ê; Rizgar Welat, Rojhat Bêkes bûn. Her wiha ji bo şehîd Avrîn Masûm merasîma xiyabî hate lidarxistin.

17 hezîran, 2023   18:21
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û cenazeyên şehîdan; Yusif Hiso (Rizgar Welat) û Kawa Hesen (Rojhat Bêkes) wergirtin ku di 14`ê Hezîranê de di pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

Piştî wergirtina cenazeyên şehîdan, karwanê wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ya li navçeya Ehras a kantona Şehbayê ket rê.

Li goristanê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervana HPG`ê Bêrîvan Mistefa (Avrîn Masûm) eşkere kir.

Her wiha endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Ebdulhenan Mamo axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û xelkê herêmê.

Mamo behsa fedakariyên şehîdan û rola wan di birêvebirina civakê li hember planên dagirkeriyê de kir û got: “Roj bi roj, ji cîhanê re diyar dibe ku gelê Kurd berxwedêr e û koletiyê qebûl nake. Fedakariyên şehîdan ên ku ji bo welatê xwe canê xwe feda dikin, girêdana gel bi doza xwe nîşan dide.”

Mamo di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Her wiha di merasîmê de, endama Rêveberiya Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Newroz Haşim axivî û destnîşan kir ku şehîd Avrîn Masûm û hevalên wê li çiyayên Kurdistanê dersên îrade û berxwedanê didin dagirkeriyê ji ber wê bi awayekî hovane êriş wan dike.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Kantona Efrîn û Şehbayê Rûken Ehmed wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Di dawiyê de girseyê cenazeyên her du şehîdan li goristanê veşartin.

(şx)
ANHA