`Rola jinan di partiyan de`

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê “Rola jinan di partiyan de” di panelekê de nîqaş kir.

`Rola jinan di partiyan de`
17 hezîran, 2023   16:18
TEBQA

Bi dehan nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, Yekitiya Jinên Ciwan, nivîsgeh, komîteyên jinan ên Tebqayê tev li panelê bûn ku li hola meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Tebqayê li dar ketiye.

Di panelê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nadiya El Mihemed axivî û rola jinan di partiyan de şîrove kir.

ROLA JINAN DI PARTIYAN DE

Nadiya wiha domand: “Mijara xurtkirina jinan di aliyê siyasî de û tevlkirina wê bi awayekî cidî di jiyana siyasî de, mijareke nakok e û cihê xwe di ajandeyên partiyan û saziyên hikumetê yên seranserî cîhanê negirtiye.”

Nadiya destnîşan kir ku partî, rêya yekane ya yekser e ku jin dikarin bi rêya wê bigihêjin rêveberiya siyasî û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber wê sazûmaniyên partiyan siyasetên wê û nirxên wê bi awayekî mezin bandor li asta tevlêbûna jinan di jiyana siyasî de girêdayî ye.

Li gorî Nadiya partî, yek ji jêderên herî girîng ên avakirina siyasetê ye ji ber ku ew di diyarkirina vabijark û alternatîfan li pêşiya biryarder û saziyên civaka sivîl, amûr in. Her wiha çarçoveyên çalakkirina tevlêkirina siyasî ya gel û jinan e.

Nadiya wiha pê de çû: “Jin dikare tev li avakirina partiyan, dengdanê û namzetiyê bibe. Karê siyasî ya jinan yek ji bingehên demokrasiyê û şerteke hemwelatîbûna çalak e.”

GIRÎNGIYA ROLA JINAN Û TEVLÊKIRINA WÊ DI JIYANA SIYASÎ DE

Nadiya da zanîn ku piştgiriya jinan û pêşxistina wê di xebatên gepêşdanê de û xebatên siyasî, civakî gelek girîng e ji bo ku erkên parastina dozên li dijî civakê bi rêvebibe û got: “Beşdarbûna jinan di biryardayînê de dikare nêrîna civakê ya li hember jinan biguhere û karê wê di xebatên siyasî de qebûl bike, rêgeza wekheviyê, edaleta siyasî, aborî, civakî bi dest bixe û qalibê jinan ku civakê ji wan re diyar kiriye, bidawî bike.”

ARMANCA TEVLEKIRINA JINAN DI PARTIYAN DE

Nadiya di dawiyê de got, armanc ji tevlêkirina jinan di partiyan de ; perwerdekirina jinan, xurtkirina wê di tevahî warên jiyanê de, bi taybet a siyasî.

(şx)

ANHA