​​​​​​​HPG: Fermandar Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn şehîd bûn

HPG'ê ragihand ku di Licê ya Amedê di şerê 8'ê Hezîranê de ji fermandarên gerîlayan Xemgîn Serhed û gerîla Bahoz Farqîn şehîd bûne.

​​​​​​​HPG: Fermandar Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn şehîd bûn
17 hezîran, 2023   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Licê ya Amedê di şerê 8’ê Hezîranê yê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîla de, ji fermandarên gerîlayan Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn şehîd bûne.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Di 8’ê Hezîrana 2023’an de li navçeya Licê ya Amedê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şerên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de yek ji fermandarên me yê fedaî Xemgîn Serhed û hevrê Bahoz Farqîn şehîd bûn.

Hevrê Xemgîn ku xwedî bingeheke xurt a bîrdozî û rêxistinî ye û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya 23 salan de di gelek qadan de gerîlatiyê kiriye, bi xweseriya xwe bûye yek ji fermandarên pêşeng ên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk. Hevrê Xemgîn ku bi biryar e bi pêngavan têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike, bûye yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya xweparastinê û fermandariya Apoyî.

Hevrê Bahoz ku bi zîrekiya xwe ya jêhatî, bi fedakariya têkoşînê û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin di demeke kin de di nava refên gerîla de serkeftinên mezin bi dest xist, bi cesaret û dilsoziya xwe ya ji bo nirxan re bû milîtanekî ku hemû ciwanên Kurd wê ji xwe re mînak bigirin.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên giranbuha yên fermandarê me yê fedayî Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn re dixwazin. Ev hevrêyên me bi tevlêbûna xwe ya bênavber û fedaî ya Rêber Apo cihê xwe yê birûmet di dîroka têkoşîna gelê me de girtiye.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Xemgîn Serhed 
Nav û paşnav: Samî Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Sûltan, Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2023’yan, Amed

***

Nasnav: Bahoz Farqîn
Nav û paşnav: Umît Korkmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Cahîde, Hîkmet
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2023’yan, Amed