'Hevgirtina me ya bi hêzên me yên leşkerî re mîsogeriya azadiyê ye'

Li Qamişloyê ciwanan bi meşeke meşaleyî û berxwedana yekitiyên leşkerî ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk silav kir û got: "'Hevgirtina me ya bi hêzên me re mîsogeriya azadiyê ye."

'Hevgirtina me ya bi hêzên me yên leşkerî re mîsogeriya azadiyê ye'
16 hezîran, 2023   19:06
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan di 8'ê Gulana îsalê de bi dirûşma "Bi rihê apoyî xwe nû bikin, Cenga azadiyê bi ser bixin" pêngavek ragihandibû. Di çarçoveya pêngavê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û çalakiyan li dar dixin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan îro jî bi dirûşma "Cenga azadiyê bi ser bixin" meşek bi meşelayan li Qamişlo dar xist.

Di meşa ku ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kiri de, endamên PYD û Star jî tev lê bibûn. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên " Gelê Sûriyeyê dagirkeriya Osmanî qebûl nake" û "Ciwan fedaîyî Rêber Apo ne" hatin hildan.

Beşdaran heta çerxerêya Sonî meşiyan bê navber dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Bijî berxwedana Rêber Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Îradeya me ji êrişên we xurtir e", "Na ji xiyaneta PDK'ê re", "Bijî berxwedana hêzên me yên leşkerî" berz kirin.

Meş li çerxerêya Sonî rawestiya, endamê Akademiya li Qamişlo ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mazin Mesnûr axivî û berxwedana hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk silav kir.

Mensûr got: "Dewleta Tirk her çiqasî bi balafirên xwe û bi çeteyên xwe hewl bide têkoşîna me têk bibe, helwesta me sabit e. Berxwedana yekîneyên me yên leşkerî wê hêviyên dewleta Tirk têk bibe. Ev berxwedan wê azadî û aramiyê li herêmê mîsoger bike."

(bb)

ANHa