Îranê bi Kûba û Venezuelayê re peyman îmza kirin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi awayekî fermî serdana Amerîkaya Latîn û Kûbayê kiribû. Kûba û Îranê diyar kir ji bo li dijî ‘polîtîkaya êrişkar a Amerîkayê’, wê têkiliyên xwe xurttir bikin.

Îranê bi Kûba û Venezuelayê re peyman îmza kirin
16 hezîran, 2023   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di 12’yê Hezîranê de bi awayekî fermî serdana Amerîkaya Latîn welatên Venezuela, Nîkaraguayê û Kûba yê kir.

Serokê dewletê yê Kûbayê Mîgûel Dîaz-Canel serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî pêşwazî kir û diyar kir bi tifaqa li gel Îranê wê li hemberî ‘polîtîkaya êrişkar a împaratoriyê(Amerîkayê)’ bin.

Dîaz-Canel got divê Îran û Kûba li hemberî zext, zordarî û gefên emperyalîzma Yankee bi berxwedaneke qehremanî li ber xwe bidin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî diyar kir ku gelek xalên hevbeş di navbera wan û Kûbayê de heye û got: “Divê her du welat jî serxwebûna xwe biparêzin.”

Di navbera her du welatan de di çarçoveya pêşxistina pişesaziya navbera her du welatan de, 6 peyman hate îmza kirin.

Amerîka ambargo daniye ser Îran û Kûbayê. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her du welat xistiye lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê.

Reîsî piştre çû serdana Venezûelayê.

Ev her sê welat di bin ambargoya Washîngtonê de ne û mutefîkên Moskovayê ne.

Her wiha serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Venezuelayê di sektorên wekî perwerdehî, tendirustî û kanê de 25 peyman îmze kir.