Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

​​​​​​​Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16 hezîran, 2023   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 2 salan zêdetir e tu agahî jê nayên wergirtin.

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzerên Rêber Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdan dikirin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nedihatin dayîn. Li ser vê yekê di 22’yê Mijdara 2021’an de bi daxwaza “serlêdana lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazkirina Ceza ya Bursayê dan. Dadgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê Cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê Tebaxa 2021’an de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Lê belê têkildarî sedema qedexeyê parêzer nehatin agahdarkirin.

QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE

Qedexeya hevdîtina bi malbatê re di 18’ê Mijdara sala 2021’an de bi dawî bû. Tevî vê yekê jî serdozgeriyê dewleta Tirk tu bersiv neda serlêdanên ji bo hevdîtinên bi malbatê re. Parêzeran di 28’ê Adarê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Ceza ya Bursayê da. Dadgeriyê di 29’ê Adarê de bersiv da serlêdanê û serlêdan dîsa red kir. Dadgeriyê di sedema redkirinê de got cezayên nû yên disîplînê li Rêber Abdullah Ocalan hatine birîn.

QEDEXEYA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE YA HETA 6 MEHAN

Dadgeriya Înfazkirina Ceza ya Bursayê di 12’ê Cotmeha sala 2021’an de cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan dabû Rêber Ocalan. Qedexeya hevdîtinê di 22’yê Nîsanê de bi dawî dibû. Lê dîsa jî destûr nehat dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Tevahiya serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv hiştin. Li ser vê yekê parêzeran di 29’ê Nîsanê de dîsa serî li dadgeriyê da. Dadgeriyê di heman rojê de bersiv da û daxwaza hevdîtinê dîsa red kir. Di “hinceta” redkirina daxwaza hevdîtinê de hat gotin dadgeriyê di 13’ê Nîsanê de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtinê daye.

EV 4 SAL E HEVDÎTIN NEHATINE KIRIN

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal piştî 8 salan, herî dawî 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan nayê dayîn.