Atolyaya jinan a li Tebqayê bi dawî bû

Atolyaya jineolojî ya li Tebqayê ku 3 rojan dewam kir bi biryarên girîng bi dawî bû.

Atolyaya jinan a li Tebqayê bi dawî bû
13 hezîran, 2023   14:17
TEBQA

Li Tebqayê Atolyaya Nivîsgeha Jineolojî ya bi hevkariya Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Di Atolyaya ku 30 jin beşdar bûbûn de mijarên wekî hevjiyana azad, zayenperestî û girîngiya jineolojiyayê hatin nîqaşkirin.

Di roja sêyemîn a dawîn de, ji bo diyarkirina mijara nîqaşê 6 kes hatin hilbijartin.

/ar/uploads/files/2023/06/13/134529_marya-almwsa.webp

Atolya bi biyaran bi dawî bû. Ji biryarên hatine girtin ev in; perwerdeyên bîrdozî werin zêdekirin, xebata hevpar a di navbera saziyan de were xurtkirin, ji bo tunekirina hemû cûreyên zayendperestiyê têkoşîneke xurt were nîşandan û atolya bi beşdarbûna mêran werin lidarxistin.

Rêveberiya Nivîsgeha Jineolojî Mariya Mûsa komxebat û nîqaşên tê de derketin nirxandin û got: "Di atolyayê de me rola civakî ya jinan da ku hevjiya azad pêk were û girîngiya pêkanîna wekheviya zayendî nîqaş kirin."

Mariya Mûsa anî ziman ku divê jin li hemberî zihniyeta baviksalarî ya serdest tê bikoşe, baş bizanibe çawa karînên xwe yên zihnî li hemberî zihniyeta mêrê serdest xurt bike.

(bb)

ANHA