Jinan rêbazên bidawîkirina întîharê nîqaş kirin

Rêxistina Kongra Star a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo civînek bi mijara sedemên întîharê û rêbazên bidawîkirina wê li dar xist.

Jinan rêbazên bidawîkirina întîharê nîqaş kirin
Jinan rêbazên bidawîkirina întîharê nîqaş kirin
Jinan rêbazên bidawîkirina întîharê nîqaş kirin
Jinan rêbazên bidawîkirina întîharê nîqaş kirin
13 hezîran, 2023   14:29
QAMIŞLO

Civîn bi beşdarbûna bi dehan jinan li hola PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê hat lidarxistin.

Di civînê de endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî û bal kişand ser tundiya li dijî  jinan.

Şîraz Hemo got: "Bi armanca lawazkirina civakê tundî li dijî jinan tê kirin. Em baş dizanin ku jin bingehên avakirina civakeke azad a demokratîk in, lê li cîhanê rêjeya jinên ku dawî ji jiyana xwe tînin zêde bûye."

Şîraz bal kişand ser bandora şerê taybet li civakan û wiha domand: "Bi armanca lawazkirina tevahî civakê şerê taybet li dijî jinan tê meşandin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê em jin ji komîn û meclisan bigirin heta rêveber û desteyan  rêxistina xwe xurt bikin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: "Komplo di şexê Rêber Abdullah Ocalan de civak bi giştî û jin bi taybet hedef girt. Lew ra divê têkoşîneke hevpar were meşandin da ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî were mîsogerkirin û di encamê de civakeke azad û demokratîk were avakirin ku tevahî mafên jinan tê de mîsoger bin."

(bb)

ANHA