Balafirên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê digerin

Li ser Efrîn û Şehbayê liv û tevgera balafirên keşfê û yên şer yên dewleta Tirk a dagirker hene.

Balafirên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê digerin
13 hezîran, 2023   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer û yên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîn û Şehbayê digerin.

Dewleta Tirk a dagirker duh li ser rêya Kobanê-Helebê motorsîklêteke bombebaran kiribû. Di encamê de 3 welatî birîndar bibûn. Di 10'ê Hezîranê de jî li navçeya Ehdasê  ya Şehbayê erebeyek şervanên YPG'ê kiribû hedef û di encamê de şervan şehîd bûbûn.

 (bb)

ANHA