YRK'ê têkildarî êrişên hêzên Îranê daxuyanî da

Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Îranê li herêma Kosalan a Merîwanê dest bi operasyoneke berfireh kiriye û got: " Hevalên me bi armanca xweparastinê li hemberî serbazên ku topbaran dikirin, çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn û serbazekî dijmin hate kuştin."

YRK'ê têkildarî êrişên hêzên Îranê daxuyanî da
13 hezîran, 2023   13:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser operasyona hêzên desthilatdariya Îranê ya li herêma Kosalanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

 “Tevî ku hêzên me li Rojhilatê Kurdistanê di pozîsiyona êrişê de nînin û di rewşa parastina rewa de ne, hêzên rejîma Îranê bi rengên curbecur beramber hêzên me êrişan pêk tînin.

Roja 12’ê Hezîranê serê sibehê saet di 05:30’î de hêzên rejîmê bi piştevaniya balafirên bêmirov ên keşfê û tevlîbûna sedan serbaz û efseran û maşînên serbazî û makîneyên kar ên weke boduzêran di herêma Kosalan de operasyonek dest pê kir. Di wê operasyonê de hêzên rejîmê girê li ‘Qeleniyane’ xwe bi cîh kirin û derdora xwe bi topên giran û hawanan topbaran kirin.

Heman rojê nîvro saet di 11:30’î de hevalên me bi armanca xweparastinê li hemberî serbazên ku topbaran dikirin, çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn û serbazekî dijmin hate kuştin ku payeya wî nayê zanîn. Piştî ku hevalan li wan dan, hêzên rejîmê bi piştgîriya balafirên bêmirov careke din bi doçka, hawan û katyûşa bi dijwarî herêm gulebaran û topbaran kirin. Ew tevgera hêzên rejîmê hê jî berdewame. Di wê operasyonê de heya niha çi zerer negihîştiye hêzên me. Em ê derbarê mijarê de gelê xwe û raya giştî berdewam agahdar bikin."