Li Ehdasê merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan îro ji bo 3 şervanên YPG`ê ku di êrişa 10`ê Hezîranê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, merasîma sersaxiyê li dar xist.

13 hezîran, 2023   11:12
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê, ji bo 3 şervanên YPG`ê yên di êrişa 10`ê Hezîranê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Şervanên YPG`ê Tolhildan Efrîn (Mihemed Hemo), Amed Şêrawa (Elî Dawûd) û Dilşêr Efrîn (Yehya Xidir) di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya wan de, li navçeya Ehdasê şehîd bûbûn û duh li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê bi merasîmeke hatibûn oxirkirin.

Merasîma sersaxiyê li qada Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê hat lidarxistin û bi hezaran koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê, endamên sazî û meclisan beşdar bûn.

Di merasîmê de, piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Sureya bal kişand ser girîngiya xweparastinê û got: "Parastina vê axê erkeke li ser milê me ye. Em xwediyên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ne. Em ê wan bajaran di destê dijmin de nehêlin.  Em xwediyên çar parçeyên Kurdistanê ne.”

Sureyayê wiha lê zêde kir: “Em rêya şehîdên xwe bernadin, em ê xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin. Em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê Elî Selamê jî got: “Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 3 cangoriyên me bûn kevok û firiyan ezmanê welatê me. Em bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin. Bila dagirker bizanin; dê nekarin berxwedana gel têk bibin. Ji ber ku ev gel gelê Rêber Apo ye, li ser fikr û felsefeya Rêber Apo mezin bû.”

Piştî axaftinan wesîqeyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(c)

ANHA