Komxebata li Lubnanê: Girîngiya yekitiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan

Beşdarên komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ diyar kir ku di doza Rêber Abdullah Ocalan de kêmasiyên her kesî hene û bal kişandin ser girîngiya yekitiya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Komxebata li Lubnanê: Girîngiya yekitiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
13 hezîran, 2023   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Lubnanê Beyrûtê, ji bo nîqaşkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina wan, ‘Komxebata Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ tê lidarxistin.

Komxebatê bi sirûda nîştimanî ya Lubnanê dest pê kir, piştre der barê şer, alozî, şoreş, zordarî û gendeliya li Rojhilata Navîn de dîmenek hat nîşandan.

Piştre sekreterê giştî û damezirînerê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê Alfred Riachi axaftina destpêkê kir. Riachi got: "Ji bo ku li Rojhilata Navîn aştî pêk were, divê demokrasiyek dûrî hejmarê (li gorî erê yan nayê na) pêk were." 

Alfred Riachi wiha domand: “Em formeke kollektîf û wekhev di navbera hemû beşên civakê de pêşkêş dikin. Em ne cudawaz in û parçebûnê naxwazin, em azadîxwaz in. Em azad ji dayik bûn, azad dijîn û em ê azad bimirin.”

Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaeddîn Şaban jî axivî û daxwaza yekitiya herêma Rojhilata Navîn kir û têkildarî baweriya bi Amerîkayê hişyarî da.

Şaban anî ziman ku di doza Rêber Abdullah Ocalan de her kesî kêmasî kiriye û got: “Çawa ku me azadiya Nelson Mandela pêk anî, divê her kes ji bo azadiya Ocalan a fîzîkî jî bibe yek.”

Piştî axaftinan, rûniştina yekemîn a bi sernavê “Aloziya global, sedem û encamên wê, bandorên aloziyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, bandora aloziyê li Lubnanê, rêbazên çareseriyê, doza rêveberiyê li Rojhilata Navîn" dest pê kir.

Rûniştin ji aliyê Zeyd El Eyûbî ve tê birêvebirin û tê de Yûsif Selame, Reşa Îtanî, Kemîl Şemûn, Êlî Ebû Ewn û Foza Yûsif diaxivin.

(c)

ANHA