​​​​​​​Artêşa Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Sigêrê yê Amêdiyê bombebaran kir.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir
13 hezîran, 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, gundê Sigêrê yê navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê e, bombebaran kir.

Hate zanîn hîna jî liv û tevgera balafirên şer a li ser herêmê didome. Têkildarî ziyanên ji ber êrişê çêbûne agahî bi dest neketin.