​​​​​​​Li Humsê efserekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li Humsê teqînek çêbû û di encamê de efserekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.

​​​​​​​Li Humsê efserekî hikumeta Şamê hate kuştin
13 hezîran, 2023   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di encama teqîna li taxa Idixar a Humsê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de çêbûye, efserek hate kuştin. Vê sibehê li taxê dengê teqînê hate bihîstin. Piştre hate diyarkirin ku di encamê de efser hate kuştin.

Lê hîna nehatiye zanîn ka efser di encama teqîna mayinê yan bombeyê de hatiye kuştin.

Her wiha SOHR′ê da zanîn ku duh li Quneyterayê ya li nêzî Colana Sûriyeyê 3 êriş çêbûne, di encamê de 5 kes hatine kuştin û ji kuştiyan yek efserekî hikumeta Şamê ye û hevkarên Hizbullaha Lubanê hebûn. Çekdarên nenas gule avêtin karmendekî saziya ava vexwarinê ku ji bo Hizbullahê û îstîxbarata leşkerî dixebite. Çekdaran li pêş mala wî ya li Riweyhînê yê li rojavayê Quneyterayê ew karmend hedef girt, di encamê de hate kuştin.

(fr)