Nivîsgeha Parastina Zarokan: Em ê dozê li kujerê zarok Înas vekin

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Jinan a Herêma Cizîrê ragihand ku ew ê bibe nûnertiya dozgerê kujerê ku zarokê bi navê Înas qetil kirine û got ev doz dozeke giştî ye.

Nivîsgeha Parastina Zarokan: Em ê dozê li kujerê zarok Înas vekin
13 hezîran, 2023   09:56
QAMIŞLO

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, têkildarî qetilkirina zaroka li Dirbêsiyê, li pêş nivîsgeha desteyê ya li Qamişloyê bi dehan endamên desteyê daxuyandiyek da. Di daxuyaniyê de pankartên "Înas Elî Casim zaroka me hemûyan e" hildan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku di 10′ê Hezîranê de kujerê zaroka Înas Elî Casim girt. Hêzan got piştî 2 rojan ji revandine wê, cenazeyê zarokê di 9′ê Hezîranê de li gundewarên Dirbêsiyê li Hesekê hate dîtin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Parastina Zarokan a Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Werde El Rifaî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin li tevahî cîhanê zarok di şêweyên cuda yên tundî, bikaranîn û nebaşiya dan û standinê re derbas dibin.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku mafê hemû zarokan ê parastina ji tundî, bikaranîn û dan û standina nebaş heye.

Di daxuyaniya meclisê de hate aşkerakirin ku Rêveberiya Xweser qanûnên parastina zarokan derxistin û navendên parastina wan ava kirin. Rêveberî bi hemû hêza xwe hewl dide van qanûnan li herêmên xwe pêk bîne û ew hêvî dike ku ev qanûn bibin sînorek di navbera zarok, kujer û sûcdaran de.

Nivîsgehê diyar kir ku beriya çend rojan zaroka Înas Elî Casim (10) bi awayekî hovane hate qetilkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî hûrgiliyên qetilkirin û veşartina wî sûcî aşkera kirin. Nivîsgehê da zanîn ku ev binpêkirina exlaqê civakê û mirovahiyê ye.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de sûcê qetilkirina Înas şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de nivîsgehê ragihand ku ew ê bibe aliyê vekirina dozê li sûcdarên ev sûcê qirêjî kiriye û edaletê pêk bîne, da ku sûcdar ceza wergirin.

(fr)

ANHA