Nasnameya gerîlayê li Asosê şehîd bûbû eşkere bû

YRK'ê ragihand ku gerîlayê di 4'ê Hezîranê de di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li herêma Asosê de şehîd bûbû, Hesen Mihemedî bi nasnav Erdal Amed e.

Nasnameya gerîlayê li Asosê şehîd bûbû eşkere bû
13 hezîran, 2023   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî gerîlayê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li herêma Asosê şehîd bû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di 4'ê Hezîranê de wekî ku me beriya çend rojan ji raya giştî re diyar kiribû li çiyayê Asosê li bejahiya gundê Gelale, di encamê êrişa balafira bêmirov a bombebarkirî de hevalekî me şehîd bû. Navê vî hevalî Hesen Mihemedî bi nasnav Erdal Amed e.

Heval Erdal hevalekî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Merîwanê bû. Ev heval her di zarokatiya xwe de di nav malbateke welatparez û Kurdperwer ji dayik dibe û di nava çanda şoreşgerî de mezin dibe. Piştî demekê li herêma ku lê ye hevalan nas dike û ji fikir û felsefeya Rêber Apo pir bandor dibe û 2002’an pê ve rêya xwe bêhtir bi tevgera Apogerî dixe û bi hevalan re têkiliyên xwe xurttir dike. Çend salan li ser navê rêxistina me beşdarî xebatên bajêran dibe û gelek şervanan tevlî tevgerê dike. Dema ku dagirkeriya Îranê bi xebatê wî dihese û deşîfre dibe, 2013’an bêyî ku dudilî, malbata xwe ku bavê du zarokan bû dihele û derbasî qada çiya dibe û xwe digihîne hevalan. Wekî gerîlayekî YRK’ê beşdarî xebatê Rojhilat dibe û li gelek herêmên Rojhilat ji bo armanca xwe ya pîroz, bi coş û kelecanek mezin erka ku partiyê spartiyê pêk tîne.

Di sala 2022’an piştî perwerdeya xwe ya bîrdozî li Asosê wekî fermandarekî serketî bi erka xwe radibe. Heval Erdal kesayatiya xwe ya kamil, têgihiştî, lêhatû, zîrek, sade û dirûst xwe bi hemû hevalên xwe dabû hezkirin. Ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê hemû hevalan ve dihat naskirin. Kedkarekî doza xwe bû. Doza welat ji bo Heval Erdal di ser her tiştî re bû. Heta dawî weke murîdekî, bi doza azadiyê ve giredayî bû û di wê rêyê de berdewam bû, heta gihişte şehadetê.

Em wek tevger û hevrêyên wî, soza xwe bi şehîd Erdal û hemû şehîdan re dubare dikin, bi taybetî ji malbata wî û hemû gelê Merîwanê û Rojhilatê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Careke din gelê xwe dilniya dikin heta dawî em ê li ser şopa heval Erdal berdewam bin û nehêlin dagirkeriya Tirk û Îranê tu carî bigihêjin armanca xwe."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Hesen Mihemedî 
Nasnav: Erdal Amed
Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 01.10.2013, Merîwan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 04.06.2023, Asos