​​​​​​​Nivîskarê sûriyeyî: Rûsya bi rengekî veşartî zêdegaviyên dewleta Tirk erê dike

Nivîskarê sûriyeyî Hesan Yûnis destnîşan kir ku helwesta Rûsyayê ya li hember êrişên dewleta Tirk lawaz e û got Rûsya ne li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk e.

​​​​​​​Nivîskarê sûriyeyî: Rûsya bi rengekî veşartî zêdegaviyên dewleta Tirk erê dike
13 hezîran, 2023   01:27
HELEB - MIHEMED EBDO

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker di 10`ê Hezîranê de li gundewarên Helebê erebeyek kir hedef. Di êrişê de 3 şervanên YPG`ê şehîd bûn, 2 şervan jî birîndar bûn.

Ev cara yekemîn e ku êrişeke bi vî rengî li nêzî navenda bajarê Helebê (15 km dûrî navenda bajêr) û 38 km dûrî sînorên Tirkiyeyê pêk tê.

Nivîskarê sûriyeyî Hesan Yûnis têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Hesan Yûnis diyar kir ku herêma Şehbayê, herêmeke temasê ye, gelek hêz li wir bi cih dibin û wiha domand: “Hêzên Rûsya, komên girêdayî Îranê û artêşa Sûriyeyê li wê herêmê bi cih dibin. Li gorî daxuyaniya dawîn a YPG`ê, hêzên YPG`ê jî li wê herêmê hene. Lewma, li herêmê hinekî tevlihevî di aliyê bicihbûna hêzên leşkerî de heye û qada hewayî bi giştî ne di bin serweriya Rûsyayê de ye.”

Yûnis bi bîr xist ku beriya niha jî balafirên keşfê yên Tirkiyeyê qada hewayî ya Sûriyeyê derbas kirin û bi rêya çeteyên ser bi “Cebhet El Nusra” ve gihaşt Baregeha Himêmîm û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tê zanîn ku têkiliyên El Nusra û Tirkiyeyê xurt in. Lewma, texmîn nakim ku derbaskirina qada hewayî ya Sûriyeyê bi mesafeya 38 km li navçeya Ehdas a bakurê Helebê, bi erêkirina Rûsyayê be. Eger bi destê Rûsan derketiba, dê rê li êrişa li ser baregeha xwe girtibana.”

Nivîskarê sûriyeyî Hesan Yûnis got Rûsya bi tevgera xwe ya leşkerî li Ukraynayê mijûl e û bi gefa êrişa Ukraynayê re rû bi rû ye û wiha pê de çû: “Ji lew re, lihevkirin û şopandina xetên sor ên têkildarî aloziya Sûriyeyê ne rojeva wan a sereke ye. Bawer im ku rûs ji bo ferzkirina lihevkirinan an jî danîna xetên sor li Sûriyeyê ne vala ne. Di vê demê de ev ne rojeva wan e. Rûsya ne li dijî operasyonên Tirkiyeyê ye, lê wan erê jî nake. Yanî ne erê dike, ne jî red dike. Ew ji aliyê teknîkî û pratîkî de nikare parastina hewayî li axa Sûriyeyê peyda bike.”

Yûnis bal kişand ser nûçeya ajansa Sputnîk a Rûsyayê û got: “Dema Sputnîkê nûçe belav kir û got ku êriş bi armanca hedefrirtina kadroyên PKK`ê bû, bala min kişand. Wekî ku bi vî rengî nixumandineke manewî û rewakirinê dide operasyonên Tirkiyeyê.”

‘TIRKIYEYÊ HEMÛ XETÊN SOR DERBAS KIRIN’

Li gorî Yûnis, Rûsya êdî zehmetiya bandorên tevgera xwe ya leşkerî li Ukraynayê, êrişa dijber û kêmbûna cebilxaneyê dikişîne, lewma di gelek mijaran de mîna şerê bi NATO`yê re, jêderên enerjiyê, lihevkirinên dexl û danan û derbasbûna di dergehê Bosfor re pêwîst wê bi Tirkiyeyê çêdibe. Yûnis wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rûs neçar in ku çavê xwe li zêdegaviyên Tirkiyeyê û derbaskirina xetên sor, bigirin.”

(c)

ANHA