'Bi girankirina tecrîdê dixwazın gelên azadîxwaz ji Rêbertî dûr bixin'

Jinên kantona Hesekê diyar kir ku desthilata Tirk hewl dide bi rêya tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ramanên wî ji holê rake û gelên azadîxwaz jê dûr bixe.

'Bi girankirina tecrîdê dixwazın gelên azadîxwaz ji Rêbertî dûr bixin'
12 hezîran, 2023   23:40
HESEKÊ

Rêber Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an ve di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin, li dijî wî tecrîdeke giran hatiye ferzkirin.

Tevî ku dema biryara berê ya qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bi dawî bûbû, desthilata Tirk qedexeya hevdîtinê 6 mehên din dirêj kir.

Jinên kantona Hesekê biryara qedexeyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ramanên Rêber Abdullah ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn kilîta çareseriyê ne.

/kr/uploads/files/2023/06/12/191605_-medium.webp

Nîda Salih sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk dewleteke dagirker e û dûrî nirx û rêgezên exlaqî ye, ji ber vê yekê ne dûr bû ku qedexeya hevdîtinê ya bi Rêber Abdullah Ocalan dirêj bike."

Nîda Salih anî ziman ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê armanc dike Rêber Abdullah Ocalan ji projeya wî ya demokratîk û şoreşa jinan dûr bixe û got Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî girtî ye, lê bi fikrî azad e.

/kr/uploads/files/2023/06/12/191531_-medium.webp

Helebce Ebdo ya ji Serêkaniyê ya dagirkirî ye û li Hesekê dimîne got, dewleta Tirk a dagirker bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku li cîhanê belav bûye, ji holê rake.

Helebce bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe bi cih bînin û tavilê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin.

/kr/uploads/files/2023/06/12/191547_-medium.webp

Xezal El Mele bal kişand ser bêdengiya hêzên herêmî û navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got dewleta Tirk ji ramanên Rêber Ocalan ditirse ku ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn kilîta çareseriyê ne.

(bb)

ANHA