2 hezar û 600 kamyonên genim barên xwe li embaran  vala kirin

2 hezar û 600 kamyonên genim barê xwe li embarên genim ên bajarê Hesekê vala kirin. Xebatên wergirtina genim hîna dewam dikin.

2 hezar û 600 kamyonên genim barên xwe li embaran  vala kirin
13 hezîran, 2023   04:43
HESEKÊ

Embarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtina genim ji cotkaran didomînin. Rêveberiya Xweser kîloyeke genim bi 43 sentan diyar kiriye.

Desteya Çandinî û Avdanê ji bo wergirtina genim ji cotkaran li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25 embar vekirine.

Li embarên Til Hecer û Sebah El Xêr ên Hesekê wergirtina genim dewam dike.

/kr/uploads/files/2023/06/12/191759_1.webp

Desteya Çandinî û Avdanê diyar kiribû ku di nava 14 rojên piştî vekirina embaran de, 200 hezar ton genim wergirtiye.

Li gorî hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Hesekê Lezgîn Ehmed, embara Til Hecer têra 130 hezar tonî dike, lê ji bo wergirtina 80 hezar tonî hatiye veqetandin û embara Sebah El Xêr jî têra 120 tonî dike, lê ji bo 90 tonî hatiye diyarkirin.

Embarên Hesekê piştî xebatên veqetandina genim li gorî pileyan, ji saet 08:00 heta 17:00'an genim ji cotkaran werdigire.

Di nava 15 rojan de, 2 hezar û 600 kamyonên genim barê xwe li embarên Til Hecer û Sebah El Xêr vala kirin.

Li gorî Lezgîn Ehmed, berhema îsal a genim baş e û hîna gelek kamyon di dorê de ne da ku barê xwe vala bikin.

(bb)

ANHA