Li başûrê Hesekê şaneyeke terorîst hate bêbandorkirin

QSD'ê ragihand ku wê şaneyeke terorîst a çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Deşîşe yê başûrê Hesekê bê bandor kiriye.

Li başûrê Hesekê şaneyeke terorîst hate bêbandorkirin
12 hezîran, 2023   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên Komandos ên girêdayî wan çalakiyek li bajarokê Deşîşe yê bajarê Şedadê yê başûrê Hesekê pêk aniye.

QSD'ê diyar kir ku wan 2 çete girtine û çeteyekî din gule li wan barandiye, lê di encama berisvandina hêzê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de QSD'ê diyar kir ku şaneyê  ji sînorê Iraqê û deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirka dagirker de derbas dikirin da ku hêzên QSD'ê û sivîlên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin hedef bigirin û ewlehiya herêmê têk bibin.

QSD'ê destnîşan kir ku ew ê xebatên têkbirina şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê bidomîne.

(mh/şx)

ANHA