Şêniyên Helebê soza domandina berxwedanê da

Kongra Star a Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Şehbayê û bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya Tirk û ji bo derxistina wê ji xaka Sûriyeyê serî hildin", xwepêşandanek li dar xist.

12 hezîran, 2023   18:58
HELEB

Kongra Star a Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Şehbayê ku di encamê de 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd bûn, bi xwepêşandanekê şermezar kir.

Di xwepêşandanê de bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn û pankartên "Bi têkoşîn û berxwedanê em ê planên wan têk bibin" û "Şer sedema şehîdbûna xwişk û birayên min in" hildan.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir, li nav kolanên taxê geriya û ber bi qada 7 şehîdan a rojhilatê taxê ve bi rê ket.

Li wir, endama Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî kantona Şehbayê şermezar kirin..

Arîn Henan destnîşan kir ku armanc ji êrişên dawîn ew e ku Rêveberiya Xweser têk bibin û îradeya gelê berxwedêr ê Şehbayê têk bibin.

Arîn soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê da û bang li rêxistin û desteyên mafên mirovan kir ku der barê sûcên ku li dijî sivîlên li Şehbayê û deverên din ên dagirkirî tên pêkanîn hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin.

Piştre, endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir hemû şehîdên azadiyê di şexsa 3 şehîdên ku di encama êrişa li dijî Şehbayê de şehîd ketine de, bi bîr anîn.

Nêrgiz got: "Em gelekî şoreşger in û şagirtên Rêber Abdullah Ocalan in, şehîdên me pêşengên me ne û em ê heta rizgarkirina xaka xwe û pêkanîna azadiyê rêya wan bişopînin.".

(mh/şx)

ANHA