Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê vala bike

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta şer û peydakirina tevliheviyê li herêmê dide meşandin û armanca wê valakirina herêmê û vejandina DAIŞ'ê ye.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê vala bike
12 hezîran, 2023   16:20
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê der barê hedefgirtina motorsîklêtekê li Kobanê ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker ve ku dk encamê de 3 welatî birîndar bûn, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku AKP'ê xwe piştî hilbijartinan di desthilatiyê de careke din bi cih kir, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, ku bi vê yekê siyaseta şer û peydakirina tevliheviyê li herêmê dide meşandin; di serî de dewleta Tirk a dagirker bi awayekî bêserûber topbarana bejayî û hewayî li dijî herêmên me pêk dianî; ku navendên bajar û gundan hedef digirtin û di encamê de gelek welatiyên me şehîd û birîndar bûn .

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya van kiryaran herêmê ji şêniyan vala bike û DAIŞ'ê vejîne nexasim piştî ku Rêveberiya Xweser dest bi amadekariya darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên girtî kir.

Em bang li civata navneteweyî di serî de Amerîka û Rûsya dikin ku ew jî 2 dewletên garantor ên agirbestê ne, ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ewlehiya herêmên me û yên ku terorê vedijînin, rawestînin."

(mh/şx)

ANHA