6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû

6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî ku li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi dirûşma "Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne" hatibû lidarxistin, bi xelatkirina beşdaran û organîzekerên ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû
6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû
6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû
6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû
6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû
6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû
6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû
12 hezîran, 2023   14:45
TEBQA

Di hevdîtinê de wêjevan û nivîskarên ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, rûspiyên eşîran, partiyên siyasî, meclisên leşkerî û tevgerên ciwanan beşdar bûn.

Di serî de endamê navenda Çand û Hunerê Amir El Inad bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre helbest bi cûreyên Fesîh û Nebtî ji aliyê helbestvan Osame El Ehmed ê ji Efrînê, Hesan Îbrahîm ê ji Reqayê, Reid El Fadil ê ji Reqayê, Buşra Mensûr a ji Tebqayê, Mustefa El Hac ê ji Tebqayê û Mariya El Icêlî ya ji Reqayê ve hatin xwendin.

Piştî xwendina helbestan stran û muzîk ji aliyê koma Tebqayê ve hatin pêşandan.

Di dawiya hevdîtinê de beşdar û Komîteya Amadekar a hevdîtinê, Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê, Studyoya Tebqayê û Nivîsgeha Çalakî û Teknîkê hatin xelatkirin.

(mh/şx)

ANHA